2 penaberên ji ber şerê li Lubnanê vegeriyan Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser rewşa vegerê axivîn û gotin: “Hikumeta Şamê tu tedbîr ji bo vegera penaberan negirtine lewmw me gelek zehmetî dîtin.
Lê dema em derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn rewş cuda bû em bi hêsanî derbasî herêmê bûn.”
Ji destpêka şerê li Lubnanê ve hejmareke zêde ya sûriyên ji Lubnanê bi zehmetî û astengiyên mezin vedigerin.
Bi rêya deriyê Ebû Kehif ê li başûrê kantona Minbicê derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibin.
Hecî Îsa El Casim ê bi eslê xwe ji gundê Heye yê kantona Minbicê û li Lubnanê bû, piştî şer vegeriyaye da zanîn :
“Ev 5 roj em li ser rêyan in û 2 rojan li ser sînorê Sûriye û Lubnanê bûn.
Em li başûrê Beyrûtê bûn lê dema devera em lê hate topbarankirin saet 4’ê sibê em yekser derketin ji malê xwe û me berê xwe da sînor .
Em pir westiyan lê dema em derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bên me dît çawa em pêşwazî kirin, hêviya me vejiya.
Em hêvî dikin ku tedbîrên pêşwazîkirina kesên ji Lubnanê vedigerin hêsantir bin.”
Ciwanê bi navê Emmar El Talhe jî ji Lubnanê vegeriyaye û têkildarî rêwîtiya vegerê wiha axivî:
“Em li taxa Besta ya Beyrûtê bûn. Taxa me hate topbarankirin.
Ji ber wê em derketin û hatin Sûriyê. Hikumeta Şamê tu tedbîr ji bo vegera penaberan negirtine.
Ji her ciwanekî 700 hezar lîre bi zorê birin, tenê ji bo ku em derbas bibin û kesek me negire û nebe leşkeriyê.
Lê dema em derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn rewş cuda bû em bi hêsanî û bê pere derbasî herêmê bûn.”



