Ji ber şerê Îsraîl û Hizbullahê, bi sedhezaran kes ji cihê xwe bûn û berê xwe didin Sûriyê û herêmên Rêvebariya Xweser
Li gorî daneyên dawîn, heta biha bêtirî 13 hezar kes ji Lubnanê derbasî herêmê bûne.
Îro jî 925 Sûriyeyî hatine taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê.
Heyva Sor a Kurdistanê jî bang li sazî û xêrxwazên li derveyî welat kir ku beşdarî pêngava wan a mirovî bibin.
Di encama şerê Îsraîl û Hizbullahê de, bi hezaran penaberên ji Lubnanê tên berê xwe didin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê.
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Lubnanê û Komeleya Çanda Civakî ya Newroz têkildarî rewşa dawî agahî da.
Hat diyarkirin ku beşeke din ên sûriyeyî ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatine şandin.
Rêveberiya Xweser a Herêmê jî, ji bo pêşwazîkirinê, maseya krîzê ava kiriye û pêwîstiyên wan bi cih tîne.
Ji Lubnanê 925 kes hatin Helebê
Di vê çarçoveyê de Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî ji bo penaberan beriya 3 roj maseya krîzê ava kiribû.
Maseya krîzê kesên ku ji Lubnanê tên pêşwazî dike û pêwîstiyên wan bi cih tîne.
Derbarê mijarê de, endamên maseyê da zanîn heya niha 925 Sûriyeyî hatine taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.
Endamên maseyê destnîşan kirin ku ji bo kesên ku xizmên wan li her du taxan nin in, ji 5 avahiyan 50 xaniyan veqetandine.
Kiriza Maseyê bang li rêxistinên navneteweyî yên têkildar kir ku piştgirî û alîkariya pêwîst pêşkêş bikin.
Li gorî daneyên dawîn, heta biha bêtirî 13 hezar kes ji Lubnanê derbasî herêmê bûne.
Heyva Sor a Kurdistanê: Bi hezaran kes li benda alîkariyê ne
Hemwextî vê Heyva Sor a Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê banga xwedî derketina li penaber kir û got:
“Netew, ola û baweriya wan çi dibe bila bibe, xwedîderketina li mexdûrên şer erkeke exlaqî û mirovî.”
Ji bo pêwîstiyên welatiyan, Heyva Sor a Kurdistanê beriya pêngavekî mirovî ragihandibû
Li seranserî welatên Ewropa, Skandînavya û Japonyayê xebatên berhevkirina alîkariya madî bi tevî saziyên hevkar wê were birêvebirin.
Li ser vê bingehê Heyva Sor a Kurdistanê bang li sazî û xêrxwzên li derveyî welat kir ku beşdarî pêngavê bibin.



