Li herêma gundewarê rojavayê Dêra Zorê ya di bin serweriya hikumeta Şamê de bi dronekê êriş hat kirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê-SOHR ragihand ku depoyeke çekan hatiye armanckirin.
Hate ragihandinê ku li herêma gundewarê rojavayê Dêra Zorê ya di bin kontrola hikumeta Şamê de dengê çekên giran hate bihîstin.
Li gorî SOHR’ê, dronekê nenas beşa başûr a depoya çekan a ‘Eyaş’ a girêdayî milîsên Îranê ya li gundewarê rojavayê Dêra Zorê bombebaran kir, piştre gule hatin avêtin.
Têkildarî cihê hatî armanckirin û encamên wê agahiyên zelal nehatin parvekirin.
Hate zanîn ku bi dronekê derdora bajarê Bukemal ê rojhilatê bajarê Dêra Zorê yê di bin kontrola hikûmeta Şamê de jî hate armanckirin.



