Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li girê Amediyê bi çalakiyeke sekvaniyê dagirkerek cezakirin.
Her wiha li gelek qadan jî gerîlayên YJA Starê liv û tevgera dagirkeran dan rawestandin.
Dagirkerên ku nikarin bi pêş ve biçin çekên qedexe bikar tînin
HPG’ê got, dagirkeran çekên qedexe jî di navê de 89 caran qadên gerîla bombardûman kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê;
3’ê Cotmehê li girê Amediyê ya Rojavayê Zapê bi çalakiyeke sekvaniyê dagirkerek hat cezakirin.
Li girê Bahar yê li heman herêmê jî kepçeyeke dagirkeran dema ku hewil dida li Qada Berxwedanê ya girê Baharê rê çêbike rastî lêdana gerîla hat.
Di encama çalakiya hêzên YJA Starê de liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
4’ê Cotmehê li girê Cûdî dagirkeran hewil dan bikevin çeperên gerîla.
Li wir jî gerîla bi çekên giran li dagirkeran dan û tevgera wan hate rawestandin.
HPG’ê diyar kir ku li herêma Cûdî jî gerîlayên YJA Starê bi çekên giran li qereqola Silîp xistin.
Hat diyarkirin li wir roketek li cîhê rûniştina dagirkeran ket,
Lê belê hejmara dagirkerên hatin cezakirin nehate zelalkirin.
Dagirkeran 89 caran qadên gerîla bombebaran kirin
Li hemberî van çalakiyên gerîla arteşa Tirk xitimîye û bikaranînan çekên qedexe dimomîne
Têkîldarî sûcên şer yê dagirkeran jî HPG’ê got:
“Di nava 3 rojan de li herêma Metînayê tunelên li Serê Metînayê 2 caran bi droneyan hatin bombekirin.
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê jî tunelên gerîla 11 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Her wiha HPG’ê ragihand ku herêma Garê, Metîna, Qendîl, Xakurkê û Zapê jî bi giştî 76 car bi balafir û helîkopterên êrişê hatine bombekirin.



