Navenda Nav Berlînê ku duh bi serdegirtina polîsan re rû bi rû ma, îro jî rastî êrişa kesên nenas hat.
Kesên nenas hewil dan avahiya navendê bişewitînin.
Lê dema ku kesên li avahiyê ew ferq kirin erîşkar ketin panîkê û rêviyan lê nehatin girtin.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (Nav-Berlîn) ya li paytextê Almanyayê Berlînê careke din rastî êrişê hat.
Hin kesên ku nasnameya wan nediyarbû hewldana şewitandina navendê kirin.
Kesên nenas ku piştî nîvro hatin pêşiya navendê hewildan bi benzînê wir bişewitînin.
Lê berî ku ew kes agir berdin avahiyê endamên li navendê rewş ferq kirin û destwerdanî bûyerê kirin.
Piştî wê êrişkar neçar man ku ji cihê bûyerê birevin.
Desteya rêveberiya Nav-Berlînê wisa texmîn dikin ku ev bûyer sûîkastek e ku ji aliyê netewperestên Tirk ve pêk hatiye.
5’ê Cotmehê polîsan bi awayekî dijhiqûqî bi ser komaleya Kurd de girtibû
Piştî serdagirtina polîsên Almanyayê pêk hatina vê êrişê cihê gumanan bû.
5’ê Cotmehê Polîsên Berlînê bi awayekî dijhiqûqî bi ser komaleya Kurd de girtin.
Di wê serdagirtinê de endamê komeleyê Huseyîn Yilmaz û endamekî din hatin binçavkirin û ew birin navenda polîsan.
Huseyîn Yilmaz: Divê Almanya peywira xwe bi awayekî rast bi cih bîne
Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz ku piştre serbest hat berdan têkîldarî serdegirtina polîsan û vê êrişê axivî û wiha got:
“Em ê xebatên xwe bi awayekî demokratîk bidomînin.
Yên ku dengê xwe ji vê yekê re nakin jî şirîkên van sûcan e.
Ji ber vê yekê em careke din tînin ziman wekî her gelê ku rêzê li demokrasî, hiqûq û mafên mirovan digire em jî xwedî mafê têkoşînê ne.”
Yilmaz bang li Almanyayê kir ku peywira xwe bi awayekî rast bi cih bîne.


