Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Massimo D’Alema piştî 26 salan hurgiliyên komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo eşkere kir.
D’Alema diyar kir ku Serokê wê demê yê DYE’yê Bill Clinton lê geriya û jê re gotiye: “Abdullah Ocalan radestî Tirkiyê bikin.”
Pergala îşkence û qirkirinê ya li îmraliyê jî di rojeva D’Alema de bû.
D’Alema anî ziman ku Rêber Apo ji bo çareseriya aştiyane ya navbera gelê Kurd û hikumeta Tirkiyê de dikare bi roleke diyarker rabe.
Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Massimo D’Alema piştî 26 salan hurgiliyên komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo eşkere kir.
Massimo D’Alema ku sala 1999’an di pêvajoya komploya navneteweyî de Serokwezîrê Îtalyayê bû, ji Medya Haber TV re axivî.
Serokwezîrê berê yê Îtalyayê: DYE’yê got ‘Ocalan radestî Tirkiyê bikin’
D’Alema piştrast dike ku bi pêşengiya DYA’yê li dijî Rêber Apo komployeke navnetewî pêk hatiye û wiha got:
“Serokê Amerîkayê Bill Clinton li min geriya û got, ‘Divê hûn Ocalan teslîmî Tirkiyê bikin’. Belê Serok Clinton ev ji min re got û bersiva me jî ‘Na’ bû. Mirov hevalbendê DYE be û jê re bibe ‘Na’ ne karekî hêsan e.
Dema ku Amerîkayê got, ‘Hûn nikarin vê bikin’, li nava Îtalyayê gelek rojnamevan, lîderên siyasî û mirovan gotin ‘Belê divê em bi ya Amerîkayê bikin’.”
D’Alem diyar kir ku Amerîkayê di mijara komploya li dijî Rêber Apo de piştgiriyeke mezin da Tirkiyê.
D’Alema: Li Îmraliyê rewşeke li derveyî mirovahiyê heye
Pergala îşkence û qirkirinê ya li îmraliyê jî di rojeva Massimo D’Alema bû.
D’Alema anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê li dijî mafên mirovan e û ev tişt got:
“Bêguman kiryara li dijî mirovahiyê ya li ser Birêz Ocalan nayê qebûlkirin.
Abdullah Ocalan ji bo çareseriya aştiyane ya navbera gelê Kurd û hikumeta Tirkiyê de dikare bi roleke diyarker rabe.”
D’Alema: Divê Abdullah Ocalan azad be
Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Massimo D’Alem ji bo Tirkiyê jî peyamên girîng da.
D’Alema diyar kir ku divê Rêber Apo Azad bibe û av bang kir:
“Erdogan divê hurmetê nîşanî mafên gelê Kurd bide, divê tavilê Abdullah Ocalan berde.
Min ti carî mejiyê neteweperest ê Tirkiyê fêhm nekir.
Pirsgirêka Kurd bi vî rengî çareser nabe, bi dayina mafê Kurdan çareser dibe.”



