Rojnamevan Silêman Ehmed 350 roj in ji aliyê PDK’ê ve girtiye.
Edîtorê beşa erebî yê Ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê.
Silêman Ehmed 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêşxabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin.
Û piştî heft mehan parêzeran karîn hevdîtinê pê re bikin.
3’ê Hezîranê Dadgeha Sûc a Yek a Duhokê roja yekê ya rûniştina dadgehê ya Silêman Ehmed wek 30’ê Hezîrana îsal diyar kir.
Lê dadgehê bi hinceta dadwer ne amade ye û asayîşê kel û pelên rojnamevaniyê neşandine, danişîn ji bo 29’ê Tîrmehê taloq kir.
Di 29’ê Tîrmehê de Dadgeha Dihokê 3 sal cezayê girtîgehê li Silêman Ehmed birî.
Silêman Ehmed 350 roj e di girtîgeha PDK’ê de tê girtin.
Herî dawî parêzerên Silêman Ehmed îtîraz li biryarê kir û dosyaya Silêman Ehmed radestî Dadgeha Temyîzê kir da ku biryara dawî bide.



