Konferansa ku Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Kongra Star li Helebê li dar xistiye, bi gelek encamnameyan li ser teqeziya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.
Vê sibehê konferansa ku Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Kongra Star di çarçoveya çalakiyên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de tên lidarxistin, dest pê kir.
Piştî konferans hat destpêkirin, endama Însiyatîfa Jinan a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Helebê Medya Miqdad axivî.
Her wiha mijara konferansê ya bi sernavêʹKompoloya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, sedemên û bandorên wêʹ ji hêla berdevka Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Helebê Amine Xidro axivî. Dûre sînevîzyonek l iser pêvajoyên dîrokî yên Rêber Abdullah Ocalan hat pêşkêşkirin.
Piştre nûner û koordînatorê HDPʹê li Ewropa ya li Fransa rûniştiye Nasir Yagazî axivî û got: “Rêbertî li şûna şer li çiyayên Kurdistanê zêde bibin, xwest berê xwe bide Ewropa ku doza Kurdî bi rêbazên aştiyane çareser bike. Lê dewletên kapîtalîst ew neçar kir ku berê xwe bide Nairobi û li wir hat revandin.”
Rojnamevana Misrî û lêkolînera taybet bi kar û barên jinan Fatin Subhî yê ji Misirê got tiştê Rêber Abdullah Ocalan cuda dike ew e ku di gelek aliyên civakî de têkoşîn kir, li kêlek wê jî nêrîneke wî ya pêşerojê ya kûr heye.
Dûre beşdaran nîqaş kir. Endama Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Rinde Ehmed axivî û got gelek dewletan bi rêya komployê rastiya xwe aşker akirin û ew bi revandina Rêber Abdullah Ocalan bi dawî neb, lê belê sîstema îşkence û qirkirinê ferz kirin.
Rêvebera Nivîsgeha Perwerdê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Şêxo axivî û got: “Ger fikra Rêbertî li Rojhilata Navîn hat pêkanîn dê tevahî pirsgirêk bi rêya felsefeya neteweya demokratîk werin çareserkirin.”
Konferans bi gelek encamnameyan bi dawî bû. Encamname ji hêla berdevka Însiaytîfa Jinan a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Helebê Fehîme Hemo bi zimanê Erebî û ji hêla berdevkê Însiyatîfa Sûriyeyê ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Helebê Menan Cafer bi zimanê Kurdî hat xwendin.
Encamname wiha ye:
1–Tekezî û pêkoliya li ser pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO.
2–Bilindkirina tempoya têkoşînê bi hemû rêbazên demokratîk.
3–Lidarxistina zincîrên çalakî, livbaziyên gelêrî, vekirina konên mangirtinê, sîmpoziyomên diyalogê, xwepêşandan, çalakiyên xwendina pirtûk û parêznameyên Rêber û vekirina dıyalogê der barê wan de, perwerdeyên der barê têgihiştina felsefeya sîsyolojiya azadiyê de.
4–Ravekirina rastiya komployê û binpêkirinên ne yasayî yên ku ji hêla desthilatdariyên peyhatî yên Turkiyê ve hatine sepandin û hevkariya komîteya li dijî îşkencê ya Ewropî SPT bi Turkiyê re, da ku erkên xwe pêk bîne.
5–Teşwîqa ji bo kampaniya navneteweyî ya ku di bin durûşmeya Azadî bo Ocelan- Çareseriya siyasî bo doza kurdî, da ku li nava gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bêye nasîn.
6–Xurtkirina karê li ser malperên civakî û ronîkirina felsefeya Abdulah Ocelan.
7-Lidarxistina sîmpoziyoman li ser bernameya Zoom û yên din.
Li Helebê konferansa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan



