Konfederasyona Sendîkayan a Galîçya bi peyama “Abdullah Ocalan divê azad bibe” banga mezinkirina pêngava kir
Yek ji pêşengên pêngava kûreyî ya ku ji bo azadiya Rêber Apo hatî destpêkirin, Konfederasyona Yekîtiya Sendîkayan a Galîçya (CÎG) bi daxuyaniyekê bal kişand li ser pergala êşkenceya Îmraliyê.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li Îmraliyê sîstema êşkenckar tê pêkanîn û hat diyarkirinpirsgirêka Kurd li herêmê bêistikrariya siyasî û şer diafirîne
Di vê çarçoveyê hat gotin:
“Ev yek rê li ber binpêkirina mafê sivîl û siyasî vedike, dibe sedem ku bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin, dibe sedemê dagirkerî, nîjadperestî, zexta li ser jinan, mêtingeriya ekonomîk û hilweşîna jîngehê.”
Konfederasyona Yekîtiya Sendîkayan a Galîçya bi bîr xist ku şert û mercên ku Rêber Apo têde tê ragirtin, peymanên li dijî êşkenceyê binpê dike û bang li saziyên navneteweyî kir li hemberî vê yekê bi berpirsyar tevbigerin.
Piştî daxuyaniyê, endam û rêveberên konfederasyonê dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî” berz kirin.



