Hêzên Asayîşê DAIŞˈê li kantona Dêra Zorê girt.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî girtina çeteyekî DAIŞˈê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Dezgeha Ewlehiya Giştî wergirtina agahiyan û komkirina îsbatan operasyoneke ewlehiyê li gundewarê bakurê kantona Dêrazorê li dar xist.
Hate ragihandin ku di encama operasyonê de çeteyekî DAIŞˈê hat girtin.
Li gorî daxuyaniyê, çeteyê hatî girtin, berpirsê hedefkirina sivîl û şervanan û kiryarên xirabkirina ewlehiya herêmê ye.
Di daxuyaniyê de hate desntîşankirin çekeke kilaşînkov û 7 cercûrên wê, rextek û 3 telefon ên li cem çete hatin dîtin, hatin desteserkirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku lêpirsîna bi çete re dewam dike û dê piştre radestî dadgehê were kirin.



