Ciwanên Başûrê Kurdistanê, li çiyayê Giwêje ya Silêmaniyê bi boneya şermezarkirina omploya dijî Rêber Apo şitlên daran çandin.
Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî komploya navneteweyî û pergal Îmraliyê ya li ser Rêber Apo, li çiyayê Giwêje ya Silêmaniyê bi dehan şitlên daran çandin.
Piştî dar çandinê, ciwanan daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku yên ku pêşengiyê ji doza azadiya Kurdistanê re kirin, yan hatin şehîdxistin yan jî bi komployê hatin girtin.
Xwestin di komploya dijî Rêber Apo de, ji bo doza azadiya Kurdistanê astengiyê çêbikin,
ji bo vê pêwîste her kesê dixwaze jiyanek azad û demokratîk bijî, vê komployê baş fam bike û xwedî helwest be.
Em bang li gelê Kurd dikin dijî xiyanet û êrişan xwedî helwest bin, serî li ber ti êrişên dijmin netewînin û xwedî li çand, dîrok û xwezaya Kurdistanê derbikevin.
Eger dijmin her roj darek me bişewitîne, emê bi sedan darên din biçînin.”



