Îsraîl qada bombebarana xwe ya esîmanî ya li Lubnanê roj bi roj berfirehtir dike.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê di êrîşên Îsraîlê yên dawî de 15 kes mirin.
Li aliyê din, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû bang li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî
Hêza Aştiyê yên li Lubnanê demildest vekişîne cihekî ewle.
Leşkerên Îsraîlî bomberanên xwe yên esîmanî yên li ser hedefên Lubnanê berfireh kirin.
Li gorî rapora ajansa nûçêyan a niştimanî ya Lubnanê, balefirên şer ên Îsraîlî di çarçoveya êrîşên xwe yên ser Hizbullahê de, li başûrê bajarê Nebatiyeyê, mizgefteke 100 salî xistin.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê: Di êrişên roja şemiyê de 15 kes mirin
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand di encamê êrişên Îsraîlê yên li deverên cuda de windahî çêbûn.
Li gorî wezaretê di êrîşên Îsraîlê yên roja Şemiyê li ser 3 gundan de 15 kes mirin.
Li gel vê yekê artêşa Îsraîlê da zanîn hêzên wan “operasyonê yên armanckirî û sînordar” li dijî Hizbullahê yê li başûrê Lubnanê didomîne.
Hat diyarkirin ku balafirên Îsraîlê, çeperên moşekên dijî tank, depoyên çekan û gelek cihên din xistine
Di operasyona bejahî de jî leşkerên Îsraîlê bi dehan endmên Hizbullahê kuştine.
Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) jî eşkere kir ku Hizbullahê bi moşekan bersiv dane wan.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku 5 fuzeyên Hizbullahê li esîman hatine bêkêrkirin.
Netanyahû: Divê hêzên NY ên li Lubnanê ‘tavilê vekişin cihekî ewle’
Li aliyê din, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû bang li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY)
Hêza Aştiyê ya NY’ê yên li Lubnanê demildest vekişîne cihekî ewle.
Netanyahû di daxuyaniya xwe ya îro de xîtabî Antonio Guterres kir û got,
“Birêz Sekreterê Giştî hêzên UNIFIL’ê vekişînin cihekî ewle. Divê tavilê vê bike.”
Li Başûrê Lubnanê herî kêm 5 endamên hêza aştiyê birîndar bûbûn
Rojên dawî li başûrê Lubnanê di şerê navbera hêzên Îsraîlê û Hîzbûllahê de herî kêm 5 endamên hêza aştiyê birîndar bûbûn.
UNIFIL’ê ragihand ku artêşa Îsraîlê ‘bi zanebûn’ gule berdan çeperên wan.
40 welatên ku tevkariyê li hêzê dikin, roja Şemiyê daxuyaniyeke hevpar dan û gotin,
“Ev hewldan divê tavilê bê rawestandin û bi rengekî guncaw lêpirsîn bê destpêkirin.”
Hêza UNIFIL’ê weke tampon li Başûrê Lubnanê hatiye bicihkirin
Hêza UNIFIL’ê ku ji 9.500 leşkeran pêk tê, weke tampon li başûrê Lubnanê hatiye bicihkirin.
Yekîneyên xwe yên herî zêde ji Endonezya, Hindistan, Gana, Îtalya û Nepalê pêk tê.
Malezya, Spanya, Îrlanda û Fransa jî tevkariyê li yekîneyan dikin.



