Ji Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo beşa 4ʹemîn a xwendekaran derdiçin. Di vê beşê de 435 xwendekaran derçûn.
Zanîngeha Rojava ji bo derçûna 435 xwendekaran li Parka Azadî ya rojavayê bajarê Qamişlo şahiyek li dar xist. Xwendekarên derçûne ji fakulteyên Wêjeya Kurdî, Hunerên Bedew, Zanistên Civakî, Jineolojî, Dîrok, Erdnîgarî, Fîzîk û Kîmya, Mîkatronîk, Peywendî, Petrokîmya û Endazyariya Çandiniyê ne.
Di şahiyê de xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, malbatên xwendekaran, hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hac Elî, hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd û Hisên Osman, hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê Telat Yûnis, mamosteyên zanîngehê, rewşenbîr û akademîsyen beşdar bûn.
Xwendekaran bi cil û bergên xwe yên folklorî û şalên kesk û sor û zer, bi hildana wêneyên şehîdan meşeke biheybet pêşkêş kir.
Di serî de endama Desteya Rêveber a Zanîngeha Rojava Evîn Ehmed destnîşan kir ku zehmetî li pêşiya xwendekaran nebûn astengî û got: “Îro, xwendekaran ji nû ve bi dîrokê zanist û zanabûna xwe dinivîsînin.”
Endamê Hemahengiya Zanîngehan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xelîl Elî xîtabî xwendekaran kir û wiha axivî: “Hûn ê jiyaneke birûmet û demokratîk ava bikin. Hûn pêşeroja vê civakê ne. Hêviya me bi we bilind e. Em derçûna we li we pîroz dikin.”
Hisên Osman jî derçûna xwendekaran pîroz kir û got: “Ev derçûn qonaxeke dîrokî û hêza me ya ku zanabûn encam daye, vedibêje.”
Piştî axaftin bi dawî bûn, Evîn Siwêd, Hisên Osman û mamosteyên zanîngehê derketin ser sehneyê, xwendekar vexwendin, xwendekar pîroz kirin û bawernameyên derçûnê dan xwendekaran.
Di dawiya şahiyê de hunermend Nesrîn Botan û Xêro Abas stran pêşkêş kirin.



