Welatiyên Silêmaniyê diyarkirin ku divê gel dengê xwe bikarbîne ji ber ku ger rêjeya dengdanê kêm be statuya Başûrê Kurdistanê dikeve metirsiyê û gotin:
“Hikûmeta niha nikare li dijî dagirkeriyê raweste, ji bo wê divê gel helwest nîşan bide.
Tekane rêya guhertinê hilbijartine ku firsendek ji bo rêgirîkirina dagirkeriyê ye.”
Parlamentoya Herêma Kurdistanê 5 demên xwe temamkirine û di her demê de jî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker ya li ser Başûrê Kurdistanê berdewamkiriye.
Lê di her pênc demên Parlamentoyê de li gorî pêwîst li dijî dagirkeriyê helwestek nehatiye nîşandan û erkê xwe yên neteweyî pêkneanîne.
Ji bo hilbijartinên dema şeşem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî kêm dem maye.
Welatî ji parlamentoya dema şeşem daxwaza rawestandina êriş û dagirkeriyê dikin.
Welatiyên Silêmaniyê têkildarî mijarê ji Rojnews’ê re axivîn.
Divê gel bi gîştî tevlî hilbijartinan bibe
Idrîs Cefer di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser xiyanet û hevkariya PDK’ê ya li gel artêşa Tirk a dagirker û wiha got:
“Proseya hilbijartina vê carê, ji yên din gelek cudaye.
Mixabin aliyek diyar heye ku welatek biyanî aniye ser welatê me, beşek zêde ya welatê me dagirkiriye û metirsî xistiye li ser welatê me û hilbijartinên me.
Vê carê ger ji sedan 50 zêdetir deng neyê karanîn, dê statuya Herêma Kurdistanê bikeve metirsiyê.
Ez hêvî dikim ku piraniya gelê Kurdistanê beşdarî hilbijartinê bibe, daku metirsî çênebe.”
Divê gel dengê xwe bidin kesên ku xizmeta gel bikin
Welatiyek din ê Silêmaniyê Mihemed Fatîh têkildarî heman mijarê axivî û wiha got:
“Ger rexneyên gel hebe niha firsendek hatiye pêş ku di vê hilbijartinê de helwest nîşan bidin û dengê xwe bidin kesên ku xizmeta gel bikin.
Ev hikûmet nekariye pêşî li êrişên dewletên cîran bigire, bi taybet yên dewleta Tirk a dagirker.
Pêwîste helwestek cidî li dijî dagirkeran were nîşan dan û bê navber li dijî dagirkeran rawestin.”
KCK: Gel divê di hilbijartinan de helwestek xurt pêş bixe
Hêjayî gotinêye ku Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî hilbijartinên li Başûrê Kurdistanê ragihandibû;
“Divê gelê me di hilbijartinên 20’ê Cotmeha 2024’an de li dijî xeta xiyanet û hevkariyê helwesteke xurt pêş bixe.
Gelê Kurdistanê yê welatparêz divê piştgiriyê bide hêz û namzedên welatparêz, demokratîk û neteweyî û girêdayî van yekan helwesta xwe nîşan bide.”



