Hizbullah baregeha deryayî ya Îsraîlê li nêz Heyfayê kir armanc
Di encamê de 4 Îsraîlî hatin kuştin û hijmarek jî birîndar bû.
Ev yek him Hizbullah him jî Îsraîlê jî ragihand.
Hîna bûyer gerim bû û sar ne bibû Îsraîlê êrîşî başûrê Lubnanê kir.
Vê car ji ber êrîşê 5 kes hatin kuştin.
Şer û êrîşên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de berdewam in.
Hizbullah baregeha deryayî ya Îsraîlê li nêz Heyfayê kir armanc.
Ji ber êrîşên Hizbullah 4 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin
Hizbullahê bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku di encama êrîşa ku bi dornekê pêk anîn 4 leşker Îsraîlî hatin kuştin, û hijmarek jî birîndar bûn.
Ev yek ne tenê Hizbullahê ragihand, artêşa Îsraîlê jî anî ziman.
Li vir Îsraîlê hijmara birîndaran weke 7 leşker ragihand.
Îsraîl êrîşî başûrê Lubnanê kir
Piştî êrîş li dijî bargeha Stêla Marîs pêk hat bi çend saetan, Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir.
Ajansa nûçeyan ya Lubnanê ragihand ku êrîş li dijî bajarokê Yehmûr elşeqîf û Marûb yê li başûrê welat bû.
Vê carê ji ber êrîşa Îsraîlê 8 kes hatin kuştin.
Hast zanîn ku şerek li devera Merkeba ya li başûrê Lubnanê pêk hat.
Lê hemû hewildanên artêşa Îsraîlê li Libona û Xel el-Tifah têk birin.
Qenala 12 ya Îsraîlê jî diyar kir ku piraniya mûşekên ku ji Lubnanê ve hatin avêtin gelek hatin pê kêrkirin û yê din jî li deverên vala ketine.
Di êrîşa Îsraîlê de 8 kes hatin kuştin
Beriya niha jî Îsraîlê kuştina 100 çekdarên Hizbullah û jihevxistina binesaziya leşker ya binerid ragihand.
Li gorî Îsraîlê firqeya 146’an ya wan li devera We’ra û Cebeliyê bi dehan tonêl di bin erdê de dîtine.
Piraniya wan cihan. cihê perwerdê ya Hizbullah bû.
Îsraîlê dikarî 60 cihê Hizbullahê bombebaran bike.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant teqez kir ku heta piştî ku şer bi dawî jî bibe, nabe Hizbullahê vegere cihên berê yên li ser sînor
Şerê 23 Îlonê bi awayekî eşkere dest pê kir heta niha jî tu alî negihane çareseriyekê.



