Li navçeya Le Vîgan û bajarê Montpellierê yên başûrê Fransayê, ji aliyê Desteya Jineolojiyê ve çalakiyên danasînê hatin lidarxistin.
Ji başûrê Fransa, Emerîkaya Latîn, Efrîkaya Bakur, Galîçya, Ingilîstan û Kurdistanê akademîsyen, mamoste, cotkar, aktîvîst û gelek kes beşdar bûn û nîqaş kirin.
Endamên tora Jineolojiyê diyar kirin ku bi pêşniyara Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê Tevgera Jinên Azad ên Kurd ve tê birêvebirin.
Her wiha di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” axaftin hatin kirin.
Li bajarê Montpellierê jî bi beşdariya komunên jinan, li ser xebatên Jineolojiyê hevdîtinek hat kirin.
Di hevdîtinê de li ser Jineolojiyê ku xwedî hêza hişmendiya jinan û birêxistinbûna jinan e nirxandinên berfireh hatin kirin.
Piştre li ser rewşa jinên li Ewropayê, zayendparêzî, zanîna zayendê û têkoşîna wê analîzên hevpar hatin kirin.



