Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî” li Qubrisê konferansek hate lidarxistin.
Di konferansê de hate diyar kirin ku çareseriya pirsgirêka Kurd û Qubrisê û azadiya
Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî” li Qubrisê konferansek hate lidarxistin.
Konferans li paytext Lefkoşayê pêk hat.
Tevî gelê Qibrisê, gelek parêzer, parlamenter, nivîskar, rojnamevan û aktîvîst jî amade bûn.
“Em bi hev re dikarin dîwarên Îmraliyê hilweşînin”
Parêzer Efstatios Efstatio li wir balkişand ser rêbaza çareserkirina pariskirêkan û got:
“Yekane rêya bidawîkirina faşîzm û dagirkeriya Tirk, berxwedana hevpar e.
Çareseriya pirsgirêka Kurd û Qubrisê û azadiya Birêz Abdullah Ocalan di nav hev de ne.”
Her wiha beşdarên konferansê anîn ziman ku Rêber Apo dikare tevkariyê li aştiya tevahiya herêmê bike û gotin:
“Azadiya Abdullah Ocalan ne-tenê gelê Kurd, Rojhilata Navîn û cîhanê elaqedar dike.
Lewma divê em bi hevre têbikoşin û dîwarê îmraliyê bişkînin.
Ji parêzerên Rêber Apo Îbrahîm Bîlmez jî bi rêya Skype tevlî konferansê bû.
Bîlmez diyar kir ku divê ew weke parêzer bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin.
Sendîkayek Skoçyayê ku xwedî 550 hezar andame ji Rêber Apo re azadî xwest



