FGBRSʹê diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di her kêliyê de xwedî li têkoşîna keç û xortên xwe derket, wê wesiyet û têkoşîna rêheval Apê Nemir veguhêzin nifşên pêşiya xwe.
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) têkildarî şehadeta rêheval Apê Nemir daxuyaniyek da û got: “Wê Apê Nemir tu carî neyê jibîrkirin.”
Di berfirehiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:
“Bi xemgîniyeke mezin me agahiya şehadeta hevalê xwe yê gazî Apê Nemir (Xelîl Osman Hemê) bihîst, di serî de ji malbata wî ya welatparêz û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re em sersaxiyê dixwazin.
Apê Nemir di pêvajoya ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî Kobanê kirin de di temenê xwe yê 67 salî de bi du zarokên xwe re li eniyên herî zêde şer lê hebû li rex şervanên YPG-YPJ’ê li hember çeteyên hov şer kir.
Li Kobaniya ku li her eniya wê gelek destanên qehremaniyê derketin holê, hevalê me Apê Nemir jî bû yek ji wan lehengan û wekî navê xwe bû kesayeteke nemir û semboleke berxwedaniya Apoyî. Apê Nemir di jiyana xwe de jî timî bû mînakeke dilnizmî û welatparêziyê.
Apê Nemir ê di berxwedana Kobanê birîndar bû û bû gazî, piştî tedawiya xwe careke din vegeriya nav refên têkoşînê û timî banga pêşxistina têkoşînê li ciwanan dikir.
Bi hezaran keç û xortên welat li pey doz û têkoşîna Apê Nemir ber bi azadiyê ve ku di nav berxwedaneke bêhempa de dimeşin, bi soz û ehd in, ala şehîdên xwe timî bilind bikin.
Di dîroka têkoşîna me de kesayetên weke Apê Nemir ku timî ji bo nifşên nû dibin mînak, wê têkoşîna wan lehengan heya serketinê bidome û wê Apê Nemir tu carî neyê jibîrkirin.
Xeyal û hêviyên bi sedê salan ên gelan, bi felsefeya Rêbertî ku ji bo tevayî însaniyetê rêya yekane jiyana azad pêşkeş dike, kesayetên weke Apê Nemir nîşaneya vê ne.
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di her kêliyê de xwedî li têkoşîna keç û xortên xwe derket, wê wesiyet û têkoşîna hevalê me Apê Nemir veguhêzin nifşên pêşiya xwe.
Weke Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em careke din ji tevahî gelên xwe re sersaxiyê dixwazin û em soza bilindkirina têkoşîna şehîdên xwe didin.”



