Hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran gundewarên Heleb û Idlibê topbaran kirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran gelek dever li bajarê Ataribê yê Helebê yê di bin dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê de topbaran kirin.
SOHR’ê da zanîn ku top nêzî nuqteyeke dewleta Tirk a dagirker ketine.
Hate zanîn ku hêzên hikumeta Şamê gundên Qesir û Kefer Eme yên rojavayê Helebê yên dagirkirî jî topbaran kirin, lê ti agahî der barê windahiyan de nehatin parvekirin.
Li gorî SOHR, balafirên şer ên Rûsyayê jî ji duh ve 38 caran gundewarên Idlibê û Laziqiyeyê bombebaran kirin.



