Balafirên şer ên Îsraîlê deriyê sînor ê Cermaş ê di navbera Sûriye û Lubnanê de bombebaran kir.
Li gorî SOHR, balafirên şerê ên Îsraîlê deriyê sînor ê Cermaş ê di navbera Sûriye û Lubnanê de bombebaran kir.
Her wiha diyar kir ku herêma Hewş Seyd a gundewarê başûrê rojavayê Humisê jî hatiye bombebarankirin.
SOHR ragihand ku artêşa Îsraîlê ji destpêka îsal ve 112 êriş (92 hewayî û 20 bejahî) li Sûriyeyê pêk anîne.
Di encama van êrişann de 198 nuqte hatin wêrankirin, 257 kes hatin kuştin û 181 kes birîndar bûne.



