Ji ber êrîşên Îsraîlê li ser başûrê Lubnanê hemû herêma sînorî ji xelkên wê hatiye valakirin.
Ji dema destpêkirina şer heya niha di nava koçberan de 400 zarok hene.
Êrîşên Îsraîlê li ser başûrê Lubnanê berdewam e.
Ji ber van êrîşan hemû gund, bajarok û bajar ji xelkê wê hatine valakirin.
Artêşa Îsraîlê dîmenkî nû li ser hesapê xwe yê mediyayê parvekir.
Li gorî Îsraîlê ji bilî bargehên Hizbullahê yên bin erd ev çek Hizbullah di malên li başûrê Lubnanê de bi cih kirine.
Ji ber êrîşa Îsraîlê ya li ser başûrê Lubnanê 4 kes hatin kuştin
Li gel vê yekê piştî ku Îsraîlê banga valabûna bajarokên Hanîn, Tolîn û Yaira yê başûrê Lubnanê kir êrîş pêk anî.
Her weke bajarokê Cercû’ yê li herêma El-tifah bombebaran kir.
Di encamê de 4 kes hatin kuştin.
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji sedî 25’ê Lubnanê di bin fermana rasterast ya valakirina leşkerî ya Îsraîlê de ye.
Ji ber êrîşên Îsraîlê 400 zarok ji cihê xwe koçber bûne
Di vê navberê de, berpirsekî payebilind ji Neteweyên Yekbûyî ya zarokan (UNICEF) eşkere kir ku 400 hezar zarokên Libnanî ji malên xwe derketine.
Her wiha berpirsê ku nexwest navê xwe eşkere bike hişyarî da ku em şer wiha berdewam biek wê nifşek winda bibe.
Cîgirê Cîbicîkar yê UNICEF ê Karê Mirovî Tiyêd Şîban doh serdana dibistanên ku koçber lê dimînin kir.
Tiyêd Şîban anî ziman ku şerê ku temenê wî sê heftene bandoreke gelekî xerab li pey xwe hişt.
Cîgirê Cîbicîkar yê UNICEF diyar kir ku nîvê zarokên Lubnanî niha ji xwendinê bê parin, dibistan wêran bûne û yê heyî jî bûne cihê koçberan.
Li aliyekî ji bo rawistandina şerê li Lubnanê bang li ser asta Navdewletî tên û li aliyê din jî Îsraîlê operasyona xwe li başûrê Lubnanê dest pê kiriye.
Heta niha ji ber êrîşên Îsraîlê li ser Lubnanê bi tayîbet başûrê welat 1300 kes hatine kuştin.
Her wiha dordora 1 milyon û 200 hezar kes ji cih û warên xwe koçber bûne.
Piraniya van bûyeran jî di van her sî hefteyên dawî de pêk hatin.



