Şehîdê Hêzên Komandos ên QSDˈê Mihemed Mistefa El Moh li Reqayê hat oxirkirin.
Şervanê Hêzên Komandos ên QSDˈê Neşmî El Reqa (Mihemed Mistefa El Moh) dema erka xwe bi cih dianî, li Minbicê şehîd bûbû.
Şehîd îro ji aliyê sedan kesî ve li Pakrewangeha Şehîdan a li gundê Hikumeyê yê kantona Reqayê hat oxirkirin.
Ji fermandarên Hêzên Komandos Ehmed Mistefa bi navê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) axivî û got: “Şehîd Neşmî erka xwe ya welatparêziyê pêk anî û ji bo vê axê canê xwe feda kir.
Em jî li gorî ramanên neteweya demokratîk û felsefeya Rêber Apo, dê rêya şehîdan berdewam bikin heya herêmên dagirkirî rizgar bikin.”
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Eseed El Icêl jî got şehîd Neşmî ji bo projeya pê bawer kiriye, tê koşiye û wek şervanekî şoreşgerî ji bo mirovahiyê û neteweya demokratîk şer kir.
El Icêl soz da ku rêya şehîdan berdewam bikin û bang kir ku her kes ji bo Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwe bêtir bi rêxistin bike.
Dûre wesîqeya şehadetê ya şehîd Neşmî hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Neşmî El Reqa di nava tilîliyên dayikan de hate veşartin.
Neşmî El Reqa (Mihemed Mistefa El Moh) sala 2001`an li Reqayê ji dayik bûye. Zewicî ye û zarokek wî heye. 13`ê Cotmehê li kantona Minbicê şehîd bû.



