Êrişên balafirên Rusyayê li dijî ‘herêmê bêçek’ di roja 2’an de dewam dike.
Li herêma bê çek hîn jî rewşa aloz heye.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku êrişên balafirên şer yên Rusyayê di roja 2’an li “herêma bêçek” dewam dikin.
Çiyayê Kebana yê Laziqiyê, deşta Xab ya li Hemayê û gundekî li Idlibê bûn armanca êrişan.
Di nav 24 seatên dawî de, balafirên Ruyayê zêdetirî 40 carî êriş pêk anîn.



