Li Meletiyê bi pileya 5.9’ê erdhej çêbû.
Gelek bajarên Bakurê Kurdistanê jî Amed, Êlih, Mêrdîn, Riha, Dîlok, Şirnex û Semsûrê, her wiha gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji ber erdhejê hejiyan.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) da zanîn ku erdhej saet di 10:46’ê de bi pileya 5.9’ê li navçeya Kale ya Meletiyê pêk hatiye.
AFAD’ê diyar kir ku erdhej 10 km’an di bin erdê de çêbûye.
Têkildarî windahiyên canî û malî de heta niha tu daxuyanî nehatine dayin.
Navenda Sîsmolojiyê ya Ewropa-Behra Spî (EMSC) jî got ku pileya erdhejê 6.1 e.



