Kongreya Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriye Pêşerojê ya 3’yemîn li Reqayê dest pê kir.
500 delege di kongreyê de amade ne.
Kongreya Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriye Pêşerojê ya 3`yemîn li bajarê Reqayê bi dirûşma “Têkoşîna me gerantiya şoreşa jinan û avakirina Sûriyeya demokratîk e” dest pê kir.
500 delege û kesayet ji kantonên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêraorê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û nivîsgehên jinan ên partiyan di kongreya li Hola Tac a Reqayê de beşdar in.
Endama Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê û endama komîteya amadekar a kongreyê Muna El Dalî axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Her wiha Muna bi bîr xist ku kongre du salan carekê tê lidarxistin.
Li gorî Munayê beriya lidarxistina kongreyê, meclisê gelek konferans li 7 kantonên herêmê li dar xistin. Di wan konferansan de, mekanîzmaya kar û xebatên meclisê hatin nirxandin, serok û cîgira wê, endamên meclisan hatin hilbijartin.
Dûre berdevka meclisê Xaliye El Kecwan axivî û bixêrhatina jinên sûriyeyî, mêvanên ji Reqa, Tebqa, Minbic, Dêrazor, Heleb, Hema û Siweydayê kir.
Xaliye di destpêka axaftina xwe de têkoşîna YPJ`ê û fedakariyên ku di oxira parastina jinan de dane, silav kirin û got: “Em spasiya Rêveberiya Xweser dikin ku têkoşîna xwe bi Hevpeymana Civakî tacîdar kir û ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk bû bingeh.”
Xaliye lidarxistina kongreyê wek “gaveke girîng” û “stratejiyeke nîştimanî” wesifand û wiha domand: “Ji bo avakirina Sûriyeya pêşerojê li ser bingeheke siyasî û guhertina sazûmaniya meclisê di oxira çareserkirina aloziyê de bi destê jinên azad, Lidarxistina kongreyê gelekî girîng e.”
Xaliye bal kişand ser beşdariya zêde ya jinan di kongreyê de û got: “Ev delîl e ku jin tevahî astengî û zehmetî derbas kirin.
Teqezî bi rola wan a di çareserkirina aloziya welêt de, dike.”
Kongre bi nîqaşkirina rewşa siyasî û rêxistinî li ser asta Sûriye û herêmê, mekanîzmaya sazûmaniya rêxistinî ya meclisê berdewam e.
Çaverê ye ku rêziknameya meclisê bê xwendin û guhertin tê de were çêkirin, dûre dê li pêşberî dezgehên çapemeniyê girtî bi xwendina raporên 2 salan berdewam bike.
Kongra dê bi hilbijartina endamên Meclisa Giştî, berdevk û 2 cîgirên wê û encamnameyekê bi dawî bibe.



