Li Derayê jî di encama teqîna bombeyekê de, leşkerekî hêzên hikuemta Şamê hate kuştin û yek jî birîndar bû.
Li Derayê jî teqînek pêk hat.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandin ku di encama teqîna bombeyekê de ku ji aliyê kesên nenas ve hatiye danîn, leşkerekî “Lîwa El Samin” hate kuştin û yek jî birîndar bû.
Hate zanîn dema her du leşker li motorsîklêtekê siwar bûbûn, bombe bi wan de teqiyaye.
Li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de, ku nikare rewşa ewlehiyê li wan herêman kontrol bike, gelek bûyerên kuştinê rû didin.



