Şêniyên Şedadê bi merasîmekê endamê Hêzên Asayişê, şehîd Yasir Mehmûd El-Salih oxir kir.
Şêniyên kantona Reqayê jî sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Mustefa Mûh xwest.
Di merasîman de soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn.
Şêniyên bajarê Şedadê, endamên Asayişê, saziyên sivîl ji bo oxirkirina şehîd li goristana şehîdan a bajêr kom bûn.
Di merasîmê de kesên axivîn sersaxî xwestin û gotin:
“Şehîd meşaleye ku rêya me ronî dikin û minareya ku em pê rêya xwe dibînin. Ew mertal û parêzvanên welêt in.”
Ji bo wê em fedakariyên şehîdan ji bîr nakin, emê li ser wan fedakariyan bimeşin û siberojeke ronak ava bikin.”
Aliyan soz da ku heta dawiyê li ser şopa şehîdan bin.
Dawiya merasîmê, wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Li ser wesiyeta şehîd, cenaze li goristana gundê Hena Şerqiye, hate veşartin.
Şêniyên Reqayê sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Mûh re xwest
Li Reqayê jî sersaxî hebû.
Bi dehan şêniyên kantonê, endamên meclisên xwecih, saziyên sivîl û leşkerî sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Mustefa Mûh re xwestin.
Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd li taxa Sêfedolê ya bajarê Reqayê hat vegirtin.
Şehîd Mihemed Mûh 13’ê Cotmehê, di dema pêkanîna erkê xwe de li kantona Minbicê şehîd bû.
Li bin kon, ser navê Desteya Çandê û Şûnwaran û Meclisa Malbata Şehîdan axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn sersaxî dan malbata şehîd û soza şopandina rêya şehîdan nû kirin.
Sersaxiya ji bo malbatê dewame.



