Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Hanî El Cemel destnîşan kir ku xemgîniya Erdogan li ser Lubnan û Filistînê tenê daxuyaniyên devkî ne û ji bo xizmetkirina armancên xwe ye û got:
“Erdogan hewl dide ji hemû rewşên derdorê sûdê wergire.
Divê Tirkiyê ji axa Sûriyê vekşe.
Divê gelê Sûriyê piştgiriya diyaloga navnxweyî ya Sûriyê bikin.”
Dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe yên dagirkirinê li Sûriyê û Iraqê dewam dike, welatiyan dikuje, binesaziyên xizmetguzarî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wêran dike, siyasetên tirkkirinê li herêmên dagirkirî, dimeşîne.
Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Hanî El Cemel derbarê mijarê de axivî.
Hanî El Cemel diyar kir ku daxuyaniyên Erdogan ji berjewendiya xwe ya kesane pê ve tiştekî din nabîne, heta berjewendiyên welatê xwe jî nabîne û got:
“Xemgîniya Erdogan li ser Lubnan û Filistînê tenê daxuyaniyên devkî ne.
Erdogan hewl dide ji hemû rewşên derdorê sûdê wergire.
Piştî ku şerê li Xezayê li seranserî cîhanê deng veda û ket pêşiya şerê Rûsya û Ukraynayê, Erdogan hewl da vê dozê bi kar bîne û têkçûna aborî ya hundirê Tirkiyê binixumîne.”
El Cemel anî ziman ku Erdogan dagirkeriyeke giştî bi kûrahiya 30 kîlometreyan di hundirê axa Sûriyê de dide meşandin û êrişên dagirkeriyê li axa Iraqê pêk tîne û wiha domand:
“Têkiliyên Erdogan bi Amerîkayê re baş in.
Berjewendî jî her tim ber bi aliyê Îsraîlê, ewlekariya Îsraîlê û berfirehkirina dewleta Îsraîlê ve diçe.
Her wiha ber bi guhertina siyasî li Rojhilata Navîn ve jî diçe.”
“Erdogan hewl dide rewşê li gorî xwe bi kar bîne”
Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî destnîşan kir ku têkiliyên Enqereyê bi Til Avîvê re jî baş in û wiha pê de çû:
“Dewleta Tirk sozên xwe yên qutkirina têkiliyên bi Îsraîlê re yan jî şikandina dorpêça li ser Xezayê pêk neanîn.
Erdogan bi propagandayê hewl dide rewşê li gorî xwe bi kar bîne.
Erdoganê ku îdia dikir ku xelîfeta muslimanan e, tu wêrekiya wî tune ye ku têkiliyên xwe bi Til Avîvê re qut bike.”
Hanî El Cemel: Divê Tirkiyê ji axa Sûriyê vekşe
Hanî El Cemel di dawiyê de wiha got: “Divê Tirkiyê ji axa Sûriyê vekşe.
Her wiha divê gelê Sûriyê piştgiriya diyaloga navnxweyî ya Sûriyê bikin.”



