Êrîşên Îsraîlê li ser gelê Filistînê berdewam e.
Di derbarê êrîşên Îsraîlê yê 24’ên herî dawî Wezareta Tenduristiyê ya Fîlîstinê daxiyaniyek da.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de got ku ji ber êrîşan 29 kes hatine kuştin û 93 kes jî birîndar bûne.
Her wiha Hemasê der barê êrîşa bejahî û hewayî yê artêşa Îsraîlê ev 13 roj in li ser Kampa Penaberan a Cibaliya, Beyt Lahiya û Beyt Hanûn yên li bakurê Şerîda Xezayê daxuyanî da.
Hamas diyar kir ku rêveberiya Amerîkayê berpirsyar e ku bi “Plana Generalan” li bakurê Şerîda Xezayê, Filistîniyan neçarî koçberiyê dike.
Li Şerîda Xezayê hejmarek zêde sîvîlan bûn hedefa êrîşan.
Wezareta Tenduristiyê ya Fîlîstinê derbarê êrîşê de daxuyaniyek da.
Li gor Wezaretê di 24 saetên dawî de li Şerîda Xezayê 29 kes mirin û 93 kes jî birîndar bûn.
Li gor vê yekê hejmara giştî ya miriyan derket 42 hezar û 438’an û ya birîndaran jî derket 99 hezar û 246’an.
Her wiha Wezaretê di daxuyaniyê de dubare kir ku hîna di bin kavilan de mirî hene.
Hamas: Amerîka ji wêrankirina bakurê Xezeyê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve berpirs e
Her wiha Hemasê der barê êrîşa bejahî û hewayî ya ku artêşa Îsraîlê ev 13 roj in li ser Kampa Penaberan a Cibaliya, Beyt Lahiya û Beyt Hanûnê ya li bakurê Şerîda Xezayê dike daxuyani da.
Hamasê diyar kir ku rêveberiya Amerîkayê berpirsyar e ku bi “Plana Generalan” li bakurê Şerîda Xezayê, Filistîniyan neçarî koçberiyê dike.
Hamasê destnîşan kir ku rêveberiya Washingtonê ji ber piştgiriya siyasî û leşkerî ya Îsraîlê ji wêrankirina bakurê Xezayê berpirsyar e.
Plana valakirina bakurê Xezayê ya Îsraîlê
Arteşa İsraile di 6’e cotmehe de erişa bejahiye birin ser bakure Xezeye bi taybet Kampa Penaberan a Cibaliya.
Tê fikirîn ku ev gav ji bo ku Filistîniyan ji bakurê Xezayê derxînin û ji bo îsraîliyan lihevkirinekê amade bikin, ku berê di çapemeniya Îsraîlê de hatibû weşandin û wek “plana generalan” dihat zanîn ev gav hat avêtin.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee (AVÎKAY ADREYÎ) di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî di 7ê Cotmehê de hişyarî dabû Filistîniyên li Beyt Hanûn, Cibaliya û Beyt Lahiya li bakurê Şerîda Xezayê û nexşeya herêmên ku wê bên valakirin parve kiribû.
Hikûmeta Îsraîlê der barê plana ku meha borî di çapemeniyê de cih girtibû daxuyanî neda.
Di nûçeya televizyona dewletê ya Îsraîlê KAN’ê de hatibû ragihandin ku lijneya wezîran vê planê dinirxîne.



