Li aliyê din Îsraîlê ev 26 rojin êrîşî Lubnanê dike.
Hizbullahê di encama şerekî di navbera wan de 55 leşkerên Îsraîlî hatin kuştin.
Her wiha 20 tanqên wan jî bêbandor kirine.
Tevlî ku Îsraîl ev 18 roj operasyona bejahî li başûrê Lunanê ragihandiye jî lê berpirsên Hizbullahê dibêjin ku heta niha artêşa Îsraîlê tu gund bi dest nexistine.
Îsraîlê êrîşên xwe li dijî xelkê Lubnanê berdewam dike.
Piştî 18 roj di ser ragihandina operasyona bejahî ya Îsraîlê re derbas bû jî lê tu alî ev şer ranewestand.
Ev êrîş û bombebaran dikeve roja xwe ya 26’an.
Hewildanên artêşa Îsraîlê yên derbasbûna başûrê Lubnanê hene.
Herî dawî îro şerekî giran di navbera Îsraîl û Hizbullahê de berket.
Hizbullah: 55 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin
Hizullahê ragihand ku di encama şer de 55 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin û 500 leşker jî birîndar bûn.
Her wiha 20 tanqên Îsraîl yên ji cûreya Mîrkafa, 4 kepçber û zîleke leşkerî ya veguhestina leşkeran hatin bêbandorkirin.
Li gorî Hizbullahê du dronên Hêrmiz 450 jî hatine xwarê.
Yek ji berpirsên Hizbullah Hesen Fedil Ellah anî ziman ku heta niha jî artêşa Îsraîlê nekariye gundekî sînorî bi dest bixe.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê: Ji ber êrîşên Îsraîlê 12 kes hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê diyar kir ku di êrîşên nava 24 seatên dawî de 12 kes hatin kuştin û 41 kes jî birîndar bûne.
Her wekî bi vê hijmarê ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve 2 hezar û 412 kes hatine kuştin û 11 hezar û 264 kes jî birîndar bûne.
”Nexweşiya kolêrayê li Lubnanê belav dibe”
Li aliyê din Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî metirsiya xwe ya belavbûna nexweşiya Kolîra li Lubnanê ragihand.
Rêxistinê eşkere kir ku piştî şer xizmetguzarî gelekî kêm bû vê yekê rê li ber belavbûna nexweşiyê vekir.
Li gor heman Rêxistinê heta niha kesek bi vê nexweşiyê ketiye.
Di dawiyê de Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî bi bîr xist ku ew kar dikin ku rê li pêşiya nexweşiyê bigirin lê heger şer bi vî awayî berdewam bike wê rewş ji bin kontirolê derkeve.
UNIFIL: Tankeke Îsraîlê gule li birca çavdêriyê ya UNIFILÊ reşandin



