Xelkê herêmên dagirkirî daketin qadan û banga vekirina eniyek şer bi hikumeta Şamê re kirin.
Ji bo vê jî Hikumeta Şamê karwanekî leşkerî şandin xetên şer yên li bakurê Sûriyê.
Îro bi hezaran ji xelkên herêmên dagirkirî li gelek devervan daketin qadan.
Xwepêşandêran siyaseta dewleta Tirk ku li ser herêmê ferz dike şermezar kirin.
Her wiha banga vekirina eniyek şer bi hikumeta Şamê re kirin.
Çeteyên Heyet Tehrîr El- Şam jî dixwazin eniyek şer li Helebê li dijî hikumeta şamê were vekirin.
Lê dewleta Tirk niha vê yekê naxweza da ku têkiliyên di navbera Sûrî û Tirkiyê vegerin weke berê.
Hikumeta Şamê karwanekî leşkerî şand xetên şer yên li bakurê Sûriyê
Hikumeta Şamê jî çend roj in li ser hev gelek karwanên leşkerî dişîne Helebê û gundewarê wê.
Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku hikumta Şamê îro jî karwaneke şand xetên şer yên li bakurê Sûriyê.



