Tevî Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê, 4 mîhrîcanên din ên her sal li herêmê li dar diketin.
Herî dawî Berdevka Dîwana Wêjeyê Narîman Evdikê eşkere kir ku êdî dê du salan carekê Mîhrîcanên giştî werin lidarxistin.
(TEV-ÇAND) di konfransa xwe ya 8`an de ku Sibata 2024`an li Qamişloyê li dar xistibû, biryara guhertina sîstema lidarxistina mîhrîcanan dabû.
Di çarçoveya pêkanîna biryarê de:
4 mîhrîcanên li ser asta herêmê û li ser asta navneteweyî ku her sal dihatin lidarxistin, dê du salan carekê werin lidarxistin.
Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê û Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî, dê îsal nayên lidarxistin.
Li gorî agahiyên ku berdevka Dîwana Wêjeyê Narîman Evdikê dane:
“Êdî dê du salan carekê Mîhrîcanên giştî werin lidarxistin.”



