Li Xezayê di êrişa Îsraîlê ya li ser herêmeke niştecih de 73 kes mirin.
Rêxistina Parastina Sivîl a Xezeyê diyar kir ku hîna jî di bin kavilan de mirî hene.
Artêşa Îsraîlê îdîa dike ku şervanên Hamasê tên armanckirin
Lê belê Rêxistina Parastina Sivîl a Xezeyê dibêje: Operasyonên Îsraîlê yên di nava du hefteyan de zêdeyî 400 can standin.
Li Xezayê di êrişa Îsraîlê ya mîna komkujiyê de li herêmeke niştecihiyê 73 kes hatin kuştin.
Rêxistina Parastina Sivîl a Xezeyê ragihand ku artêşa Îsraîlê şeva Şemiyê li herêma Beyt Lahia ya li bakurê Fîlîstînê êrîş pêk anî.
http://doc.afp.com/34Y28ER 2:31 şunde Mahmud Basal
Berdevkê parastina sivîl Mahmud Basal diyar kir ku gelek birîndar hene û hîna jî di bin kavilan de mirî hene.
Basal anî ziman ku wezîfedarên rizgarkirinê lêgerîna xwe didomînin, lê belê li herêmê ne xwedî alavên ji bo lêgerînê ne.
Artêşa Îsraîlê îdîa dike ku şervanên Hamasê tên armanckirin
Artêşa Îsraîlê îdîa dike ku şervanên Hamasê tên armanckirin.
Lê belê Mahmud Basal dibêje:
Operasyonên leşkerî yên li Bakur di nava du hefteyan de zêdeyî 400 can standin.
Artêşa Îsraîlê îdîa dike ku şervanên Hamasê tên armanckirin.
Hamas: Êriş di heman demê de bi armanca hilweşîna pergala tenduristiyê hat kirin
Ofîsa medyayê ya hikûmeta Hamasê jî derbarê êrişa mijara gotinê dauxyaniyek parve kir.
Ofisê hejmara miriyan piştrast kir û diyar kir ku di nava wan de jin û zarok jî hene.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êriş di heman demê de bi armanca hilweşandina pergala tenduristiyê li bakurê Xezeyê hat kirin.
Hat gotin, artêşa Îsraîlê ji pisporên tenduristiyê dixwaze ku demildest nexweşxaneyan vala bikin û derbaskirina sotemeniyê asteng dike.
Her wiha hat ragihandin ku li herêmê xizmetên înternet hatine qutkirin û bi vî rengî rê li ber krîzeke mirovî tê vekirin.
Di dawiya daxuyaniyê de komkujiya Îsraîlê, bi taybetî ya li dijî jin û zarokan hat şermezarkirin û bang li civaka navneteweyî hat kirin ku van sûcan şermezar bike.



