Bi dirûşma ‘Bi rihê jina azad, emê tecrîdê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.
Kongra star a Kantona Qamişlo komxebatek di derbarê Rêber Apo de li dar xist.
Nûner û Rêxistinên jinan tevlî komxebatê bûn.
Komxebat li ser du diyalogan pêk hat.
Di diyaloga yekem de rewşa Rêber Apo di milê hiqûqî û tenduristî de hat nîqaşkirin.
Destpêkê mijara Hiqûqî ji aliyê parêzer û Endama Insiyatîfa parêzerên Sûriyê ya ji bo azadiya Rêber Apo Aynûr Paşa ve hate nirxandin.
Mijara 2 jî jî aliyê bijîşk Jiyan Ibrahîm ve hate şîrovekirin.
Beşdarîn komxebatê jî têkildarî rewşa Rêber Apo nîqaşkirin û banga azadiya wî ya fîzîkî kirin.



