Rêvebera Meclisa Tenduristiyê ya bajarê Hesekê Cumana Ehmed bal kişand ser girîngiya keşifkirina bi lez a penceşêra pêsîrê û got: “Dê çalakiyên me yên hişyarkirina jinan heta dawiya cotmehê bidomin.”
Derbarê xebatên Meclisa Tenduristiyê ya Kongra Star a bajarê Hesekê de rêvebera meclisê Cumana Ehmed axivî.
Cumana Ehmed got: “Em çalakî û semînerên xwe di vê mehê de zêde dikin.Ji ber ku ev meh weke meha pembik tê naskirin.
Cumana Ehmed derbarê bername û çalakiyên meclisa tenduristiyê li bajarê Hesekê di vê mehê de wiha got:
“Me semînerên xwe di vê mehê de zêde kirine û me pêngavek li hemû bajarokên Hesekê bi riya koordînatoriya bi meclis û komînan re destpê kir.
Her wiha me civîn ji jinan re çêkirin û li dijî vê nexweşiyê me ew hişyar kirin. Jin bi rengekî mezin tevlî semînerên taybet ên di vê mehê de bûn.”
Cumana Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku tevlî pêngavê û semînerên tên lidarxistin bibin.



