Li rojhilatê Dêra Zorê çêkirina dimsa xurmeyan yek ji pîşesaziyên herî kevnar ên ku vedigere zêdetirî 100 salan.
Bajarokê Baxozê jêdera sereke ya xurmeyan li Sûriyê ye.
Salih El Hemed ê ji Baxozê got: “Hewce nake em xurmeyan ji derve bînin. Mewsima li vir têra herêmê giştî dike.”
Li rojhilatê Dêra Zorê, bi taybetî li Baxozê ku bi darên xwe yên xurmeyan tê naskirin, mewsima çinîna xurmeya dest pê kir.
Xurme hem debera sereke ya şêniyên bajarokê ye û hem jî jêdera sereke ya xurmeyan li Sûriyê ye.
Li gorî şêniyên Baxozê, cara yekê sala 1857’an darên xurme li Dêra Zorê hatine çandin û zêdetirî 40 cureyên xurmeyan hene.
Mewsima çinînê xurmeyan di navbera Îlon û Mijdarê de ye.
Şênî li gorî rêbazên berê dimsa xurmeyan çêdikin.
“Me çêkirina dimsa Xurmeyan ji pîşeyên xwe wergirtiye”
Şêniyê bi navê Salih El Hemed ê ji Baxozê diyar kir ku wan dest bi çinîna xurmeyan kiriye û got:
“Em hinek ji xwe ji bo zivistanî hazir dikin û hinek din jî dikin dimis.
Me çêkirina dimsa xurmeyan ji pîşeyên xwe wergirtiye.”
El Hemed behsa pêvajoyên çêkirina dimsê kir û got:
“Piştî çinînê, em xurmeyên zuha vediqetînin û wê ji bo zivistanê hiltînin.
Em xurmeyên nerm jî dikin dims.
Destpêkê xurme 2 -3 rojan tê tirşkirin.
Dûre dikelînin û piştre diguvêşin. Rohna ji guvaştinê dertê, dibe dims.”
“Xurmeyên me têra herêmê bi giştî dike”
Salih El Hemed anî ziman ku li bajarok edateke kevnar heye ku xwediyên zeviyên xurmeyan, xurmeyan û dimsê li şêniyên ku darên xurmeya li cem wan tune ne belav dikin û wiha domand:
“Hewce nake em xurmeyan ji derve bînin.
Mewsima li vir têra herêmê giştî dike.
Di piraniya malên baxoziyan de, darek an 2 darên xurmeyan hene.
Dikarin xurmeyan jê peyda bikin û dimsê jî çêkin.
Li kantona Dêra Zorê her sal festival xurmeyan tê lidarxistin. Xwendiyên darên xurmeyan cureyên xurmeyan di festîvalê de pêşkêş dikin.”



