Li Nîjaryayê aliyekî lehî, bahoz û aliyekî din jî nexweşiyên cûr bi cûr rewşa welatiyan xerabtir kiriye.
Hat ragihandin ji ber karesata lehiyê ya ku meha borî li bakurê rojhilatê Nîjeryayê qewimî 150 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li aliyê din di rapora Banka Cîhanê de hat destnîşankirin ku li Nîjeryaya ku nifûsa wê 220 milyon e 129 milyon kes di nava xizaniyê de dijîn.
Hat diyarkirin ku ji ber karesata lehiyê ya ku meha borî li bakurê rojhilatê Nîjeryayê çêbû, li eyaleta Bornoyê şewba kolerayê derket.
Hat ragihandin ji ber karesata lehiyê ya ku meha borî li bakurê rojhilatê Nîjeryayê qewimî 150 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Midûrê Giştî yê Ajansa Lezgîn a Nîjeryayê ya Eyaleta Bornoyê, têkildarî karesata lehiyê ya ku ji ber barana zêde ya meha borî li Maiduguri ya paytexta Borno û gelek herêmên din pêk hat, daxuyaniyek da.
Midûrê Giştî diyar kir ku di lehiye da 150 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Her wiha Midûrê Giştî yê Ajansa Lezgîn a Nîjeryayê diyar kir ku ji ber lehiyê bi sedan kes ji cih û warên xwe bûne û anî ziman ku hikûmet xebatên xwe yên alîkariyê ji bo mexdûrên lehiyê didomîne.
Mudiriyetê diyar kir ku ji ber lehiyê li eyaletê nexweşiya kolerayê derketiye.
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî 1,8 milyon dolar alîkarî ji bo mexdûrên lehiyê yên li Bornoya eyaleta Nîjeryayê qebûl kir, hikûmeta Swîsreyê jî 1,2 milyon euro alîkarî da.
Ji ber lehiya ku îsal li seranserê Nîjeryayê ji ber barana zêde rabû, zêdeyî 300 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 2 milyon kes jî koçber bûn.
Li Nîjeryayê 129 mîlyon mirov bi xizaniyê re têdikoşin
Li aliyê din li Nijeryayê li gel lehî, nexweşiya kolera rêjeya xîzanî jî zêde dibe.
Di rapora Banka Cîhanê de hat destnîşankirin ku li Nîjeryaya ku nifûsa wê 220 milyon e 129 milyon kes di nava xizaniyê de dijîn.
Di rapora ku ji aliyê Ofîsa Nîjeryayê ya Banka Cîhanê ve hat weşandin de, hat diyarkirin ku zêdebûna enflasyonê ya li welêt, bi mîlyonan Nîjeryayî mehkûmî birçîbûnê kir.
Di raporê de hat diyarkirin ku xizanî bi lez zêde bûye ji ber ku mezinbûna aboriyê ne bi qasî enflasyonê ye.
Hat destnîşankirin ku li welêt par hejmara kesên di nav xizaniyê de dijîn 115 milyon e.
Hat diyarkirin ku ev reqem tê wê wateyê ku îsal 14 milyon Nîjeryayê zêdetir feqîr bûne.



