Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Bajarê Girê Spî ya kantona Firatê, amadekariyên lidarxistina Festîvala Çand û Kulturê ya 5`emîn a Girê Spî dike.
Festîval wê bi dirûşma “Çanda me nasnameya gelê me ye” dawiya vê mehê ( Cotmehê) li bajarê Eyn Îsayê were lidarxistin.
Li gorî komîteya amadekar, ji Kobanê, Tebqa, Reqa, Girê Spî dê komên govend û stranên gelêrî yên Kurd, Ereb, Ermen beşdarî festîvalê bibin.
Endamê rêveber ê Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Bajarê Girê Spî Îbrahîm El Îsa diyar kir ku ew di qonaxên dawîn ên amadekariyê de ne û got:
“Komên beşdar perwerdeyên xwe didomînin. ”
Festîvala Çand û Kulturê ya yekemîn a Girê Spî di Tebaxa 2017ˈan de li bajarê Girê Spî hatibû lidarxistin.
Di sala 2018ˈan de festîvala duyemîn jî li heman bajarî hat lidarxistin.
Piştî dagirkirina Girê Spî ji aliyê dewleat Tirk û çeteyên wê ve di 2019ˈan de, festîvalên sêyemîn û çaremîn li bajarê Eyn Îsayê hatin lidarxistin.



