Pêkhateya Suryan û Ermen bi berhemên çanda xwe beşdarî Pêşangeha Pirtûkan ya Şehîd Herekol a 8an bûn.
Di pêşangehê de herê zêde pirtûkên dîrokî û fêrkirina ziman ê Suryanî û Ermenî tê wergirtin.
Komeleya Suryan a Çandî li Sûriyeyê bi zêdetirî 700 pirtûk û 200 sernavan ên li ser asta Sûriyeyê û Iraqê bi zimanê Suryanî, Erebî û Ingilîzî tevlî dewreya 8`an a pêşangeha şehîd Herekol bûn.
Li gorî agahiyên ku Endama Rêveberiya Komeleya Suryan a Çandî li Sûriyeyê Ruba El-Fireyhat dane heta asteke baş xelk pirtûkan dibin, lê girtina pirtûkên bi zimanê Suryanî kêm e.
Pirtûkên fêrkirin û rêzimanê Suryanî zêdetir tên kirîn û pirtûkên ku dîroka gelê Suryan vedbêje jî baş tên girtin.
Pirtûkên dîroka Ermenan zêdetir tên girtin
Meclisa Ermenî ya Civakî jî ji dewreya 6`an ve beşdarî pêşangehê dibe, îsal jî bi 500 pirtûkan û 400 sernavan ên bi zimanê Ermenî û Suryanî tevlî pêşangehê bûye.
Li bajarê Qamişlo 8. Pêşingeha pirtûkan a şehîd Herekol destpê kir



