Însiyatîfa Azadiya Rêber Apo a Sûriyeyê hevdîtinên xwe li gel welatparêz û malbatên ku bi Rêber Apo re hevdîtin kirinê, dewma dike.
Di hevdîtinê de hate gotin” têkoşîna hevpar a gelan û hêzên demokratîk rêya mîsogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”
Şandeyeke Însiyatîfa Azadiya Rêber Apo a Sûriyeyê di çarçoveya pêngava navneteweyî ya “ji bo azadiya Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hevdîtin li bajarê Dêrikê pêk anî.
Şandeyê diyar kir ku armanca komploya navnetewî ew bû ku îradeya gelên azadîxwaz bişkînin.
Welatparêzan jî teqezî bi domandina çalakiyên ji bo rawestandina pergala êşkenceyê li Îmraliyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, kirin.
Beşdaran girîngiya têkoşînê vegotin û diyar kir ku têkoşîna hevpar a gelan û hêzên demokratîk rêya mîsogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.



