Lîstok, dagirkerî û xiyaneta malbata mala Barzanî xelas nabin.
Vê carî jî, şefê faşîst Erdogan ferman daye Nêçîrvan Barzanî ku Huda Parê di qada siyasî ya Başûrê Kurdistanê de çalak bike.
Barzanî jî ev fermana wî yekser qebûl kiriye û li ser vê yekê bi awayek fermî lihevkirin kirine.
Di 16’yê Cotmehê de, ankû du rojan ji beriya dengdana taybet ya hilbijartinên dema şeşemîn ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi serdaneke ji nîşka ve çû Enqereyê û li deriyê celadê gelê xwe Erdogan da.
Destpêkê li gel du serokê MÎT’a dewleta Tirk rûnişt û piştre li gel Erdogan hevdîtin kir.
Destê ajansa Rojnews’ê gihişt beşek ji naveroka van hevdîtinan û ji raya giştî re eşkere dike.
Li gor agahiyên bi dest ketine, şefê faşîst Erdogan ferman daye Nêçîrvan Barzanî Huda Parê di qada siyasî ya Başûrê Kurdistanê de çalak bike ku bikaribe karê siyasî bike û li ser vê yekê nûnertiyên xwe li Başûr veke û Barzanî jî ev fermana wî yekser qebûl kiriye û li ser vê yekê bi awayek fermî lihevkirin kirine.
Li beramberî vê yekê jî hat e zanîn ku dê dewleta Tirk ya bi serkêşiya şefê faşîst Erdogan Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê razî bike ku bi PDK’ê re kabîneya 10’emîn ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ava bike.
Huda Par paşmaya Hizbûllaha Tirkiyeyê (Hizbûl-Kontra) ye, hêzeke tundrew, faşîst, îslama tundrewe ku li dijî hebûn, nasname û netewa Kurd hatiye avakirin.
Li Tirkiyeyê nûnertiya îslama sexte, siyasî û dewleta Tirk a qirker dike.
Serokê Huda Par an jî Hizbûl-Kontrayê Zekerya Yapicioglu ye.
“Huda Par di salên 90 de bi hezaran Kurd qetil kir”
Ya ku Huda Par paşmayê wê ye (Hîzbûllah) di salên 90’î de 17 hezar Kurd li Bakurê Kurdistanê rêbazên herî hovane qetil kirin.
Huda Par hevpeymanê partiya Erdogan AKP’ê ye ku di sedsala 21’an de zilm, qirkerî, talankerî, girtin, revandin, windakirin, kîn û nefreta wê ya li dijî gelê Kurd û nasnameya Kurd gihiştiye lûtkeyê.
Bi heman awayî hevpeymanê Dewlet Baxçelî yê Serokê Partiya Tevgera Nîjadperest (MHP) ye ku yek ji partiyên herî nîjadperest, dijminê nasname û hebûna Kurd ya Tirkiyeyê ye.



