Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li ser hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê bang li aliyên siyasî yên Herêmê kir ku hemû pirsgirêkan bi rêya yasayê çaser bikin û di zûtirîn dem de hikûmetek berfireh li Herêma Kurdistanê ava bikin.
Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Heq têkildarî bidawîbûna hilbijartina li Herêma Kurdistanê û pêkanîna hikûmetê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Bi boneya lidarxistina hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê di ku bi şêweyek aram û aştiyane hate rêvebirin, pîrozbahî li Herêm û gelê wê dikin, her wiha destxweşiyê li hewldanên Komîsyonê yên ji bo amadekarî û rêvebirina hilbijartinê dayîn dikin.”
Heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bang li hemû rêveberên siyasî û beşên civakê dike ku li ser parastina jîngeheke aştiyane berdewam bin.
Her wiha bang li aliyên siyasî hate kirin ku hemû pirsgirêkên hilbijartinê bi rêya saziyên yasayî werin çareser kirin û proseya hilbijartinê di zutirîn dem de bi avakirina hikûmetek berfireh temam bikin.



