Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît di bernameyek Medya Haberê de diyar kir ku gelê kurd û kurdistanê di pêvajoyeke ku qederê diyar dike de derbas dibe û got: Tevî şer û êrîşên dijwar jî divê neyê jibîrkirin ku me aqileke heye ku me bibe azadiyê. Em ê li dora vî aqilî, yanî li dora Rêber Apo kom bibin, têbikoşin û bi ser bikevin.”
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît tevlî bernameyeke taybet a Medya Haberê bû û geşedanên dawî yê li kurdistan û Rojhilata Navîn nirxand.
Hêlîn Umît diyar kir ku gelê Kurd di pêvajoyeke ku qederê diyar dike de derbas dibe û got:
“Ji bo gelê Kurd ev pêvajo hîn krîtîk û hesastir e.
Ji ber ku di sedsalên dawî de cara ewilî firseteke wiha bi dest xist.
Cara ewilî ye ku firsatek heye ku nasname, azadî û hebûna xwe bigihîne statuyekê.
Hêlîn Umît: Em ê li dora Rêber Apo kom bibin, têbikoşin û bi ser bikevin
Hêlîn Umît anî ziman ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê şerekî azadiyê dimeşînin û wiha got:
Êrîşên pir giran li dijî me hene. Divê her kes di ferqa vê yekê de be.
Lê divê em ferq bikin ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaneke pir bi heybet a gerîla heye.
Rêbertiya me heye.
Me aqileke ku me bibe azadiyê heye.
Em li dora vî aqilî, yanî li dora Rêber Apo kom bibin, têbikoşin û bi ser bikevin.”
Hêlîn Umît: Rêber Apo tê wateya gel
Hêlîn Umît balkişand ser armanca Komploya Nanveteweyî û wiha pê de çû:
Rêber Apo tê wateya gel.
Eger îro em daxwaza hebûn û nasnamyek azad bikin, rêya vê di tunekirina sîstema qirkirinê ya Îmraliyê re derbas dibe.
Lê belê divê gel vê yekê pir baş hîs bikin û helwesta pêwîst nîşan bidin.
Ji ber ku komploger hîna di nava tevgerê de ne.
Hêlîn Umît: Pêngava azadiyê ya cîhanî girêdayî azadiya her kesî tê meşandin
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît di berdewamiya daxuyaniyê de balkişand ser pêngava azadiyê ya cîhanî û got:
Pêngava azadiyê ya cîhanî di rastiyê pêngaveke wisa ye ku girêdayî azadiya her kesî tê meşandin.
Rêber Apo bi paradîgmaya xwe, xwe dispêre wê yekê ku civak xwe bi polîtîk û exlaqî birêxistin bikin û girêdayî vê yekê hebûna xwe ava bikin.
Ji ber wê yekê pêngava azadiyê ya cîhanî tê wateya ku hemû gelên li ser rûyê cîhanê û bi taybetî jî jin û ciwan bi vê paradîgmayê bibe yek û azadiya xwe bi dest bixin.



