Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe nava li Til Rifatê toparan kir.
Li gorî agahiyên destpêkê şehîd û birîndar hene.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe di danê êrvarê de bi çekên giran bajarê Til Rifetê yê kantona Efrîn û Şehba topbaran kirin.
Çavkaniyên herêmê ji me re ragihandin ku bajar bi dijwarî ji aliyê dagirkeran ve hate topbaran kirin.
Li gorî agahiyên ku ji wir hatine êriş li dijî welatiyên sivîl pêk hatiye.
Di encama êrişê de 2 welatî şehîd û 7 jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyan navên kesên şehîd bûne wiha ye:
- Ibrahîm Miheme Şêxo (55) salî
- Melek Şiyar (5) salî
Her wiha navê kesên birîndar jî wiha ye:
- Ehmed Rifayî (15) salî
- Cemîle Xelîl Weqas (32) salî
- Sakîne Mihemed Îsmaîl (55) salî



