Navenda Ragihandina YBŞ’ê têkîldarî êrişê dewleta Tirk daxuyaniyek da.
YBŞ’ê ragihand ku di êrişan de hevrêyek wan gihişte şehadetê û 2 şervan jî birîndar bûn.Her wiha Asayîşê Êzidxanê jî li ser agahiyên nerast ku têne parvekirinê banga hişyariyê kir û got:
“Divê gelê me guh nede her agahiyek li ser medyayên dijital têne belavkirin.
Balafirên dewleta tirk a qirker, duh bi şev li gundê Barê û komelgeha Dîgurê ya Şengalê bombebaran kir.
Piştî êrişa doh, dagirkeran îro dîsa li dijî gundê Barê êrişek pêk anîn.
Navenda Ragihandina YBŞ’ê têkîldarî êrişa dawî daxuyaniyek da.
YBŞ’ê ragihand ku di êrişan de hevrêyek wan gihişte şehadetê û 2 şervan jî birîndar bûn.
Di berfirehiya daxuyaniya YBŞ’ê de ev tişt hate gotin:
“Îro sibehê dewleta faşîst û dagirker a Tirk du êrişên hewayî li ser baregehên me pêk anî. Di êrişa balafirên bêmirov ya ku du caran pêk hat de hevreyek me şehîd bû û du hevalên me jî sivik birîndar bûn.”
YBŞ’ê diyar kir ku wê agahiyên berfireh piştre bi raya giştî re werin parvekirin.
Asayîşa Êzidxanê: Balafirên Tirk welatiyên Şengalê hedef digire
Asayîşa Êzidxanê jî bi daxuyaniyekî eşkere kir ku êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên ji şevê din ve li dijî Şengalê destpêkirine dewam dikin.
Asayîşê diyar kir di van êrişan de malên sivîlan ên ji pêkhateya Ereb û Êzidî bûne hedef.
Asayîşa Êzidxanê: Bila gelê me guh nedin agahiyên şaş yên li ser Medya Dijital
Her wiha asayîşê li ser agahiyên nerast ku têne parvekirinê banga hişyariyê kir û got:
“Divê gelê me guh nede her agahiyek li ser medyayên dijital têne belavkirin. Emê têkildarî êrişên dijî herêmên me çêdibin, gelê xwe agahdar bikin. Dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê û li Şengalê jî sûcê şer dike. Wêne û dîmenên ku me li cihê bûyerê kişandine ev sûcê şer yên dewleta Tirk îspat dike û weke belge jî berhev dikin.”



