QSD’ê yekser bersiva êrişên dewleta Tirk li ser herêmê da.
QSD’ê 2 çalakiyên serkeftî li dijî artêşa Tirk li derdora Serêkaniya dagirikirî pêk anîn.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk têkildarî mijarê daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Di çarçoveya bersivdana rewa li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên me û pêkanîna sûcan li dijî gelê me de hêzên me 2 çalakiyên serkeftî pêk anîn.
Hêzan baregehên dewleta Tirk a dagirker û nuqteyên çeteyên wê li derdora gundê Enîq El Hewa û Dawûdiyê yên Zirganê li başûrê Serêkaniyê yê dagirkirî hedef girtin.
Di encamê de gelek leşkerên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.”



