Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jinek û zarokek ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê ku welatiyên Danîmarkayê ne radestî şandeya Danîmarkayê kirin.
Duh şandeyeke fermî ya Danîmarkyê bi serokatiya nûnerê taybet ê Danîmarkayê yê Sûriyê serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Di hevdîtina ku di navbera Rêveberiya Xweser û şandeyê de hat kirin balhatkişandin ser êrîşên Tirkiyê yên lidijî hermê.
Bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser sivîlan, binesazî û saziyên xizmetguzarî û ewlehiyê hat şermezarkirn û hat gotin:
Ev êriş dihêle şaneyên çeteyên DAIŞ’ê careke din bi rehetî li hermê tevbigerin.
Şandeyê jî got, ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê dê piştgiriya herêmê berdewam bike.
Di dawiya hevdîtinê de jin û radestî şandeyê hatin kirin.



