Hêzên Asayîşê a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ra gihand ku bi giştî dewleta Tirk 685 caran êriş herêmê kiriye û di encamê de 17 şênî şehîd bûye û 48 jî birîndar bûye.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkera kir.
Li gorî daxuyaniyê, bîlanço wiha ye: “
- Êrişên balafirên keşfê: 99
- Êrişên balafirên şer: 13
- Topbaran: 573
Bi giştî dewleta Tirk 685 caran êriş herêmê kiriye.
- 14 sivîl şehîd bûne
- 3 endamên hêzên leşkerî
Bi giştî 17 kes di bombebaran û topbarana dewleta Tirk de şehîd bûne.
- 39 sivîl birîndar bûne
- 9 endamên hêzên leşkerî bûne
Bi giştî 48 kes birîndar bûye.
Hêzên me li ser erka xwe ya xizmetkirina gel, xebatên ji bo avakirin û belavkirina îstiqrarê û parastina pêwîst û gengaz ji welatiyan re dixebitin.”



