Meclisa Kongra Star der barê êrişên dewleta Tirk ên li seranserî herama Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da. Kongra Star bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên têkildar kir ku ji ber “sûcên şer” ên li dijî herêmê, hesabê ji dewleta Tirk bipirsin.
Meclia Kongra Star bi daxuyaniyekê nivîskî êrişên li ser şêniyan, zarokan û navendên tenduristiyê û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van êrişan şermezar kir.
Melîsê ragihand ku êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê, îsrara wî ya li ser “siyaseta qirkirinê” li dijî pêkhateyên herêmê rave dike û got:
Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze destkeftiyên siyasî bi dest bixe û aloziyên xwe yên hundirîn derxe derve
Li hember êrişên dagirkeriyê soza bilindkirina têkoşîn didin.
Em ê, destkeftiyên şoreşa jinan û pêkhateyan biparêzin.
Em bang li jin û tevahî gelên gerêmê dikin ku li hember êrişan, bibin yek.
Meclisê bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên têkildar kir ku ji ber “sûcên şer” ên li dijî herêmê, hesabê ji dewleta Tirk bipirsin.
Meclisa Jin a PYD: Divê hesab ji dewleta Tirk bê xwestin
Li aliyekî din Meclisa jinên PYD’ ê jî êrişên dagirkeriyê êriş şermezarkir û diyarkir ku berpirsên êrişan civaka navdewletî û hêzên navnetewî ne û wiha domand:
êrişên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê ne nûne. Berdewamiya rêze binpêkirin û şerên qirkirinê ye li dijî gelên ku herêmê ye.
Binpêkanînên dewleta Tirk bi awayekî hovane yên ku tu eleqeya wan bi mirovahiyê re nîne li dijî sivîl, zarok, jin, binesazî û dezgehên xizmetguzariyê tên kirin.
Meclisa jinên PYD’ ê bang li gelê herêmê hat kirin ku li dijî faşîzma dewleta Tirk mil bidin milê hev û têkoşînê mezin bikin.
Kordînasiyona partiyên siyasî bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kirin
Li kantona Efrîn û şehba ji aliyaê kordînasyona partiyên siyasî daxiyanî hate dayîn.
Kordînasiyona partiyan ev êrîş bi tundî şermezarkirin û bang li rêxistinên mirovî kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin ji ber ew bi vê bêdengiyê berpisiyariya van êrîşan radikin.



