HPG’ê şehîd Asya Alî û Rojger Hêlîn ên ku li paytexta Tirkiyê Enqereyê çalakiya fedaî pêk anîne bi bîranî.
HPG’ê bi berfirehî qala kesayeta şehîdan kir û got: “Ew bûne sembolên qehremanên ku rastiya jina azad û mêrê azad di kesayeta xwe de ava kirine û derbasî dîroka me ya bi rûmet bûne.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê şehîd Asya Alî û Rojger Hêlîn ên ku li paytexta Tirkiyê Enqereyê çalakiya fedaî pêk anîne bi bîr anî û bi berfirehî qala kesayeta şehîdan kir.
HPG: Erka xwe ya şoreşgerî di her demê de bi cih anî
HPG’ê diyar kir ku Şehîd Asya bûye yek ji nûnerên dawî yên vê kevneşopiya fedayîtiyê û wiha got:
“Erka xwe ya şoreşgerî di her demê de li dijî êrîşên ser gelê me bi cih anî.
Hevrêya me Asya derfeta wê hebû ku li Îzmîrê bi rehetî jiyana xwe bi rêve bibe, lê wê ji bo azadiya gelê me, van derfetan hemû da aliyekî û tevlî nava refên gerîla bû.
HPG’ê got:
Hevrê Asya bi sekna xwe ya di pîvanên azadiya jinê de, weke milîtaneke fedaî ya Apoyî di ferqa wezîfeyên xwe de bû
Hevrêya me Asya bi çalakiya xwe re bû nûnera fedayîtiya bi cewher.”
HPG: Bi armanca zidîhîştina bîranînên şehîdan têkoşiya
HPG’ê li ser kesayeta şehîd Rojger jî ev tişt anî ziman:
“Hevrêyê me Rojger li hemberî êrişên hovane ya çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, Şengalê û zilma dewleta Tirk biryara têkoşînê da.
.
Hevrêyê me şert û mercên tecrîda giran a li ser Rêbertiya me û şehîdkirina hevrêyên me qebul nekir û çalakiya fedaîyane pêk anî.
HPG: Em ê xeyala hevrêyê xwe ya rêbertiya azad û Kurdistana azad pêk bînin
HPG’ê diyar kir şehîd Asya û Rojger, bi pratîka xwe nîşan dan ku ruhê fedaî yê Apoyî nayê sekinandin û di dîroka têkoşînê de navên xwe bi tîpên zêrîn dan nivîsandin.
bi van hestan HPG’ê dawiyê teqez kir ew ê xeyala hevrêyê xwe ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin.



